Ne razîbûna li Hemberî Rapora Baker-Hamilton. Bi pêskeskirina rapora gruba Baker-Hamilton ji serokê DYA yê George W.Bush û belavbûna vê raporê di medyayê de em dibînin ku ev rapor berjewendiya gelê kurd napêrêze. Ev rapora Baker-Hamilton, bi pêsxistin û bi hêzkirina hukûmeta navendî (merkezî) re mafê gelên kurd ku nistecihê herema Kurdîstanê ne bin pê dike. Herwiha ev rapor, referanduma Kerkûkê pas ve dixe û dewletên cîran yên herema Kurdistan û Iraqa federal ku pistgirî didin terorê û bi dijmînatî û bi ne qebûlkirina mafê gelê Kurd ve destdirêjiya pirsgirêka navxweyî ya Iraqa federal û herema Kurdistan dikin, biheztir û bimafdar dike. Ji ber van sedemên girîng ku ev rapor ji serî heta dawî mafê gelê Kurd bin pê dike û ji sîstemekî ne demokratîk re xizmet dike, maf û pêwistiyên gelên heremê nasnake, em wekê gelê Kurd yê cîhanê li hemberî vê raporê disekinin û nerazîbûna xwe nîsan didin. Gelê kurdên hêja; bi dagirtina postê jê re ve bi nivîsandina nav û maîla xwe ve hûnê pistgirî bidin vê kampanya îmzakirin ê. http://www.ipetitions.com/petition/Baker/index.html Nama nerazîbûnê li gel îmzayan, bo sefara amerkî li Oslo têt hinartin li ser vi adressî: USAs ambassade i Oslo Henrik Ibsens gate 48, 0244 Oslo, Norway Her serkeftî bin bo Kurd û Kurdistanê Nizar Hirori www.kkfh.no