Li vir bisidîne http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=8&ArticleNr=2858 STOCKHOLM, 20/1 2008 - Kanala didoyê ya televizyona Swêdê dê sibe êvarî seet 20.00-ê dokumanterekî li ser xortekê kurd yê 15-salî ko di giranhilgirtinê de dibe sampiyonê Swêdê nîsan bide. Hîwa Se'dî ji basûrê Kurdistanê ye û produsentê fîlmî Hogir Hirorî daye pey jiyan û karê wî û fîlmê bi navê "Hîwa - xurttirîn li Swêdê" çêkiriye. Di filmî de mirov dibîne ka çawa xortê ko sala 1988-ê digel dêûbabên xwe ji Kurdistanê hatî Swêdê, kariyera xwe di wî warê sportê de ava dike û daxwaza wî ew e ko rojekê ji rojan ji bo Kurdistanê bikeve misabeqeyên sampiyonayê. Produsent Hogir Hirorî di vî filmê xwe de hirsa dêûbabên Hîwa Se'dî û pistevaniya wan bo pêsketina wî di warê sporê de jî berçav dike. Fîlm dê sibe, 21/1 2008-ê seet 20.00-ê, di televizyona Swêdê SVT2 de bêt nîsan dan û dê pasê bêt dubare kirin. Ji bo temasekirina çend deqîqeyekê ji fîlmî li vê vîdeoyê binêre.