[malbat] Nizar û xelata Rafto

  • From: "Sidqi Hirori" <s.hirori@xxxxxxxx>
  • To: "malbat" <malbat@xxxxxxxxxxxxx>, "Malbat" <malbat@xxxxxxxxxxxx>
  • Date: Mon, 6 Nov 2006 20:56:08 +0100

      Vê nûçeya Troska û Nizar Hirorî di Nefeleê de bixwîne
      http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=1548

      NÛÇE  
     
     
     
      Kurd jî di merasîmên dana xelata Raftoyê de besdar bûn  
     
            
      BERGEN, 6/11 2006 - Em 4/11 2006-ê di ahenga merasîma xelata Rafto de li 
Bergenê (Nerwêj) besdar bûn. Leyla Zana jî di nav mêhvanên dewet kirî bû. 
Shivan perwerî strana Helebce got û destpêka wê bi ingilizî bû. Li gelek 
medyayên kurdî û di nav kurdan li Bergenê de hatibû belav kirin ko dê Leyla 
Zana û Sivan Perwer xelatan wergirin, lê weha nebû. Leyla Zanayê li sala 1994-ê 
ev xelata bizavkerên azadiyan û mafên mirovan wergirtibû. Sivan perwer jî bo 
bsedarbûnê di konserên xelatdanê de ji aliyê weqfa Rafto ve hatibû bang kirin. 

      Serokê Weqfa Rafto Arne Liljedahl dibêje: 

      - Em besdarbûna Leyla Zana û Sivan Perwerî di vê merasîmê de gelek giring 
dibînin û em gelek keyfxwes bûn bi hatina wan. 

      Leyla Zanayê di cavpêketinekê de ligel rojnameya BT li Bergenê got: 

      - Pistî derketina min ji zîndanê ez piçek bê deng mam, pêwistiya min bi 
wê bêhinvedanê hebû çinkî min gelek nexwesî di zîndanê, di wan 12 salan de 
dîtin. Çi cara sensor yan tirs sedema wê bêdengiyê nebûye. 

      - Ez di warê meseleya kurdî de li Tirkiyeyê gelek bi hêvî me û niha wext 
ji bo careserkirina mesela kurdî li Tirkiyeyê hatiye. 

      Em bi xwe besdarî hemû merasîm û çalakiyên van sê rojan bûn û em bi gelek 
ji mêhvana re axiftin. Di nav wan de Leyla Zana ji Kurdistanê û Shirin Abadi ji 
Îranê û Rabiya Kadir ji Çînê. Rabiyayê di nav axiftina xwe de got keça kurd 
Troskayê: 

      - Erê gelo tirk dixwazin çi li welatê me û we bikin? 
     

      ----------------------------------- 
      Nivîskar: Troska û Nizar Hirorî
      Wesandin: 2006-11-06
      Xwendin: 164
     

GIF image

GIF image

Other related posts:

  • » [malbat] Nizar û xelata Rafto