[malbat] Agehdarî

  • From: "Newzad Hirori" <nhirori@xxxxxxxxxxx>
  • To: "Malbat (Freelists)" <malbat@xxxxxxxxxxxxx>
  • Date: Thu, 27 Oct 2005 16:46:35 +0200

Malbatiyên ezîz!

Me divêt du tistên giring derbareyî e-posteya nû ya Malbatê, 
malbat@xxxxxxxxxxxxx, zelal bikîn.

1. Demê endamek nameyekê bo malbat@xxxxxxxxxxxxx virê dikit name bo hemî 
endamên lîsteyê diçit. Yê ko bi rêka "Reply" / "Svara" bedelka nameyê yan 
bersiva wê didit, nameya wî bes bo virêkerê eslî diçit. Anku, bersiv bo hemî 
Malbatê naçit. Yê ko divêt bersiva xwe bo hemî endaman virê bikit, divêt wê di 
nameyeka nû da bo malbat@xxxxxxxxxxxxx virê bikit.

2. Bila çi endam nameyên sexsî yên peywendî bi endamekê Malbatê bi tinê ve heye 
bo malbat@xxxxxxxxxxxxx virê nekit. Bo nimûne, nameyên wek "Newzad, cejna te jî 
pîroz bît", "Huseyn, gelek spas bo wan wêneyên ko te di MSN groupê da belav 
kirîn" û hosa ne girêdayî hemî endamên Malbatê ne û divêt bo yê peywendîdar 
bihên hinartin.

3. Her kesê ko nevêt endamê vê Malbatê bit bila agehdariya me bikit. Her kesê 
ko we divêt li lîsteya endaman bihêt zêde kirin, agehdariya me bikin.

Bimînin bi xêr û xwesî

Newzad û Huseyn

Other related posts:

  • » [malbat] Agehdarî